Kurên Baş

Em bi kuran re li serban in. “Kûçkino!” kur gazî keçan dikin. “Ew keç kûçik e, kuçikeke rastîn e.” Mebesta wan ne dêlik in. Mebesta wan tenê ew e ku ew kûçik in. Heger kuran xwestiba bibêjin ku ew dêlik in, wê wisa gotibana: “Ew dêlik e, dêlikek e rastîn e.” Dema kur tiştekî dibêjin ew wateya wê dibêjin. Ji ber vê yekê em ji wan hez dikin û em jî ne kuçik in. Ji lewma ew ji me hez dikin û ji bo wilo em li serban in.

Xanî ji sê qatan pêk tê. Banê her qatekî zêde bilind e. Ez dizanim ku heke yek ji wan kuran bikeve, ewê bimire. Ez dizanim ku îşev kes ji wan nakeve. Îşev ew ne teşqelçî ne, ne jî tequila vedixwin û ne jî min bêzar dikin. Wan rakêtên tenisê li qata dûyemîn hiştine û dixwazin ku ji me re behsa geşta xwe ya Yûnanistanê bikin. Li Yûnanistanê çixare erzan in. Çenteyek bi pakêtên zerî piçûk yên George Karelias tijî kirin. Ew dibêjin em niha dikarin bi kêfa xwe çend çixaran bikşînin. Çiqasî erzan in ev çixare. Kur jî gelekî serbilind in. Em dikenin. Zoe wekî Tinkerbell dikene. Ba ji nav valahiya di navbera diranên wê de difîke. Ew bê guman ne kûçik e.

Ez dizanim em li cihekî pir bilind in. Ez dizanim heke yek ji kuran bikeve, wê jiyana me wêran bibe, lê şînkayî li seranserî serban derketiye û nahêle ez zixur û kevirên li binî bibînim. Eger ez karibim wê kolana piçûk ya bi kevir û wê trimbêla biçûk ya kuran bibînim, wê ji min re hêsantir bibe ku ketina kuran bibînim . Wê hêsantir be ku ez bînim bîra xwe ez li Parîsê me. Wê hêsantir bibe ku ez mîna Zoe û Tinkerbell bikenim, mîna keçek rastîn ku ne kûçik e.

Ez nikarim Panthéonê an çavdêriyê an jî parkê bibînim. Ez tenê dikarim kuran û zikên wan yên esmer û birînên wan yên ji ber ketina ji ser dûçerxan bibînim. Em dikarin li her derê bin. Em dikarin li New Yorkê bin, yan nêzîkî mala me li Los Angelesê, an jî li hinek malên Airbnb li Berlînê. Ez dixwazim herim Berlînê ji bo bi kuran re li Berghain dîlanê bikim, an jî da ku ez bi Zoe re kinafê bixwim, an jî li Reichstag bibînim, an jî hema çi be, lê kur naxwazin biçin. Athena Berlîna nû ye. Çixare li Athena erzan in. Min digot belkî Kraków Berlîna nû ye. Kur dikenin û serê xwe dihejînin. Ez dikarim bêhna piçra cewrikan ji serê wan hilm bikim.

Roj diçe ava û ezman pembeyî ye. Pembeyî ye wek nivîna bi kulek e ku tu carî nebû ya min, û wek Kirby û xaçegulan, wek hinarkê keça ku kuran jê re digotin, “Kûçikê.” Ez li qiraxa serban rawestî me û telefona min di destê min de ye… ez hewil didim wêneya şînkayê bikşînim û hewil didim ku telefona min ji destê min nekeve. Kur ji min re dibêjin ku heke ez bixwazim tiştekî li ser Instagramê daxim, ewê wêneya rojavabûnê li Yûnanistanê ji min re bişînin. Ez tiştekî li ser Instagramê post nakim. Wêne tenê ji bo dapîra min e. Ew dixwazin ez wêneya rojavabûna Yûnanistanê pêş dapîra xwe bikim. Dapîrên wan tevan mirî ne.

Li Yûnanistanê ezman bêtir pembeyî dibe, gelekî pembatir dibe. Bi zimanê Yûnanî çar gotin ji bo peyva Rojava hene, her gotinek ji kurekî re. Ewê sibe herin ku li ser peykerên xwe yên ji têlan li studyoyek li Normandy kar bikin. Îşev em li Parîsê ne, lê hemû dixwazin behsa Yûnanistanê bikin. Wan dixwest ku karîbana li wir bimînin, dûrî Parîs û Normandy û Bennington û Bard û serbanî, dûrî hemû van cihan bana.

Penceşêra hêkdankê bi diyên wan re heye û yarên wan dîsa ducanî ne. Ew dizanin wê di werzê bê yên xwendinê de bisernekevin. Ev giş li ba wan ne girîng e li Yûnanistanê. Li wir, ew li qeyikan siwar dibin û wêneyên jinên tezî bi mermerê xêz dikin, û giş li ser textekî fireh radizên. Li Yûnanistanê, ew destên xwe dipelînin peykerên xwedayan. Ew xwendina xwe ya derbarê dîroka hunerê li Yûnanistanê bikar tînin. Ew li Yûnanistanê kêfxweş bûn. Em dixwazin ku ew kêfxweş bin. Em dihêlin ku ji me re behsa zeytûnan bikin, behsa pisîkên beredayî, û reben, û şeva ku wan li duçerx şikand, û aşê ba, û dolfînê mirî û aboriyê bikin. Ez dixwazim ji wan bipirsim wan çend kuçik dîtine, lê dîsa ew ne xema min e.

Keç ew kûçik in ku li kesên din miqate ne. Keçên ku gelek pirsan dikin kûçik in. Kûçik li ser bilindiya ban şiroveyan didin. Kûçik dixwazin bizanin serban yê kê ye. Kûçik dipirsin ka bavên we çi karan dikin. Kûçik wêneyên rojavabûnê li ser Instagramê post dikin. Gava kûçik tequila vedixwin, vedirşin. Kûçik ji bo rica dikin ku bi lîska tenisa li serban bilîzin. Kûçik dipirsin ka birca Eiffel li ku derê ye. Kûçik serê xwe bi perfumê dişon. Bêhna genî ji kûçikan tê. Gava kur ramûsanan didin min û Zoe, kûçik har dibin. Kûçik nizanin çawa tiştan ne fermî bihêlin. Kûçik dikin ewte ewt. Kûçik naxwazin ku kur kêfxweş bin. Kûçik dixwazin piştî seksê werin hilgirtin, werin xapandin, werin delalî kirin. Gava tu kûçikan avis dike, ew meselê mezin dikin. Kûçik nizain ku çawa ha ji xwe hebin gava tu bi dostikên xwe re be li Yûnanistanê. Kûçik gelekî deng bilind in. Kûçik zû bi coş dibin. Kûçik hewcedarî te ne. Kûçik fêm nakin. Kûçik nikarin herin serban ji ber ku pir bilind û hişk e, dibe ku bekevin û dûra em wan bigirin ya jî tiştekî bikin.

Çîrok: Honor Levy
Werger: Anya Darî
Ev çîrok di Tîrmeha 2020an de li kovara The New Yorker belav bû.

About Post Author