Tandy

Heta temenê heft salî ew di xaniyekî kevin û neboyaxkirî de li kolaneke nebikarhatî dijiya. Ew kolan diçû ser kolana Trunion Pike ya sereke. Bavê wê gelekî guh lê nedikir û diya wê mirî bû. Bav piraniya wextê behsa olê dikir. Wî xwe wekî kesekî agnostîk dida naskirin û hergav şerê ramana Xwedê dikir. Şerê wî jî bi cîranên wî re bû ku Xwedê hergav di bala wan de bû. Carna digot min qet Xwedê nedîtiye hay ji keça min nîv jibîrbûyî hebe: ev keça ku bi alîkariya mirovên diya xwe ya mirî dihate xwedîkirin.
Carekê kesekî biyan hate Winesburg û tiştek di wê zarokê de dît ku bavê wê nedidît. Kesekî bejin dirêj, ciwan û por zor bû, û hema timî serxweş bû. Carna dihat û bi Tom Hard re li ser kursiyekê li pêşiya xaniyê Willard yê nû rûdinişt. Gava ku Tom diaxivî û digot Xwedê tune ye, ev kesê biyan bi xelkên di wir re derbas dibûn dikeniya û çav dida wan. Ew û Tom bûn heval û piraniya wextê bi hev re bûn.
Ev biyanî kurê bazirganekî zengîn ji Cleveland bû. Bi erkekî hatibû Winesburg: erkê ku xwe û laşê xwe ji alhokolê paqij bike. Bawer dikir ku eger ew xwe dûrî dost û hevalên xwe yên bajêr bixîne û li nav civata gundî bijî, ew derfetek baştir hebe dev ji vê adeta vexwarinê berde ku jiyana wî wêran kiriye.
Geşta wî li Winesburg ne serkeftî bû. Valabûn û dirêjbûna demjimêran hiştin ku ew êdî ji berê bêtir vexwe. Lê wî tiştekî din kir ku serkeftî bû. Wî navekî tijî wate da keça Tom Hard.
Êvarekê dema ku ji şevbuhêrkeke dirêj vedigeriya, yê biyanî bi tena xwe li kolana sereke ya bajarok ditewtihî. Tom Hard li pêş xaniyê Willard yê nû bi keça xwe re, ya ku wê çaxê pênc salî bû, li ser kabokê rûniştî bû. Li tenişt ku George Willard yê ciwan rûniştî bû. Yê biyan jî xwe li rex wan avêt ser kursiyekê. Laşê wî dilerizî û dema hewl da bipeyive, dengê wî jî dire’elî.
Derengî êvarê bû û tarîtiyê xwe berdabû nav bajarok û derdora xeta trênê ya ku li jêr kaşekî hember hotêlê derbas dibû. Ji dûr ve, ji hêla rojava ve, dengê fîkîniyeke dirêj ji trêneke siwaran dihat. Kûçikekî ku li ser rê di xew de bû şiyar bû û kir ewtewt. Yê biyan destpê kir ji aş û bajar axivî û pêşbîniyek ragihand derbarê keça biçûk ku di hembêza bavê xwe yê agnostîk de bû.

  • Ez hatim vir da ku dev ji vexwarinê berdim.
    Got û rondik ji çavên wî bariyan û li ser rûyê wî daketin xwarê. Li Tom Hard nenerî, lê xwe bi pêş de bir û ziq li nav taristanê nêrî wekî yekî ku tiştek were ber çavê wî.
  • Ez hatim bi aliyê gundan da ku ez xwe paqij bikim, lê ez nehatime paqijkirin. Sedemek heye.
    Bi çavên xwe vegeriya û li keça ku li ser çogên bavê xwe nerî û careke din berê xwe guhert.
    Destê xwe da milê Tom Hard û got: – Ne tenê alkohol kurmê min e. Tiştekî din heye. Ez dildar im û min hîn kesek nedîtiye ku jê hez bikim. Ev xaleke mezin e, eger tu mebesta min têdigihêjî. Ev yek wêranbûna min dike tiştekî çaverêkirî. Kêm kes vê yekê têdigihêjin.
    Yê biyan bêdeng bû û xemgîniyê zorî lê bir, lê fîkîniyeke din ya trênê ji dûrahî ve dîsta ew hişyar kir.
  • Min baweriya xwe ji dest nedaye. Ez vê yekê dizanim. Lê ez hatime cihekî ku baweriya min lê xuya nake.
    Êdî bi hişkî li zarokê nerî û destpê kir pê re axivî û nema guh da bavê wê.
  • Jinek tê.
    Ev yek bi dengekî bilind û tûj got.
  • Ez negihame wê. Ew ne di wexta min de hat. Belkî tu ew jin be. Wê tiştekî wek qederê be ku nuha li pêş wê me, di êvareke wisa de, ku min xwe bi vexwarinê kuştiye û ew jî tenê zarok e.
    Milên yê biyan bi tund hejiyan û dema xwest ku çixareyekê bipêçe, pel ji van tiliyên wî yên lerizî firiya. Pir tûre bû.
  • Ji wan werê hêsan e ku mirov jin be, were hezkirin, lê ez baştir dizanim.
    Dîsa berê xwe bi zarokê ve kir û got:
  • Ez fêm dikim. Belkî ji nav hemû mêran tenê ez fêm dikim.
    Awira wî çû bi aliyê kolana tarî ve.
  • Ez wê nas dikim, tevî ku riya min û wê yekcar li hev rast nehatiye. Ez êş û azarên wê dizanim. Ji ber êş û azarên wê ew evîna min e. Ji nav wan êş û azaran jineke bêhempa çê bûye. Min navek lê kiriye. Ez jê re dibêjim Tandy. Min ew nav lê kir dema ku ez xwedî xewn bûm û berî ku laşê min nesax bibe. Ev qalîteya ku mirov xurt be ku were hezkirin. Tiştekî ku mêr ji jinan divên lê bi dest wan nakeve.
    Yê biyan rabû û li pêş Tom Hard rawestiya. Gewdeyê wî bi paş û pêş de diçû û dihat wek yekî li ber ketinê be. Lê li şûna bikeve erdê, wî xwe avêt ser çogan, bi destên zaroka biçûk girt û anî ber lêvên xwe yên serxweş. Bi xweşî maçî destên wê kir.
  • Bibe Tandy, hey keça biçûk! Bibe keseke bihêz û dilêr. Ev riya te ye. Bibe her tişt. Bibe keseke bihêz da ku tu werî hezkirin. Bibe tiştekî di ser jin û mêran re. Bibe Tandy.
    Yê biyan rabû û xwe kişkişand ber bi kolanê ve. Piştî rojekê yan du rojan li trênê siwar bû û dîsa vegeriya mala xwe li Cleveland. Wê êvara piştî civata ber deriyê hotêla Willard ya nû, Tom Hard keça xwe ya zarok bir mala mirovekî da ku şeva xwe li wer derbas bike. Gava ku di tariyê de li jêr daran dimeşiya, wî dengê yê biyan û birebira wî jibîr kiribû. Carek din hişê vegeriya ser wê yekê ku çawa bihêle mêrên bajarok baweriya xwe nema bi Xwedê bînin. Tom Hard navê keça xwe got û zarok yekser giriya.
  • Bi wî navî bang min neke. Ez dixwazim navê min Tandy be: Tandy Hard.
    Hingî keça zarok giriya, bavê wê li bin darekê rawestiya û ew rahiştê:
  • Xwe pîs neke!
    Bi dengekî tûj jê re got. Lê zarok her ranewestiya.
    Bêdengiya êvarê hate rawestandin.
  • Ez dixwazim bibin Tandy. Ez dixwazim bibin Tandy. Ez dixwazim bibim Tandy Hard.
    Çend caran li ser hev wisa got û pê re serê xwe dihejand, wek tu dibêjî qey hêza wê ya genc ne li gorî pêşbîniya gotinên kesê biyan yê serxweş bû.

Nivîs: Sherwood Anderson
Ji pirtûka Winesburg, Ohio (1919)
Werger: Sîrwan Qiçço

Anderson (1876 – 1941) çîroknivîsekî Amerîkî bû.

About Post Author