Jîrbûna ku bi Temen re Têk Naçe

Roger J. Kreuz û Richard M. Roberts

Gava Toni Morrison di 5ê Tebaxa 2019an de mir, cîhanê yek ji dengên wêjeyî yên herî bibandor winda kir.
Lê Morrison ne wêjevaneke ecêb bû. “Şîntirîn Çav”, yekem romana Morrison, heya 39 saliya wê nehat weşandin. Romana wê ya dawî jî, “Xweda Alîkarê Zarok Be”, dema ew 84 salî bû hate belavkirin. Morrison çar roman, çar pirtûkên zarokan, gelek nivîs û xebatên din yên wêneyî û ne wêjeyî weşand, piştî temenê 70 saliyê.
Morrison di vî warî de ne bêhempa ye, ji ber ku piraniya nivîskaran di temnên 70, 80 û heta 90î de berhemên girîng çê dikin. Wekî mînak, Herman Wouk 97 salî bû dema ku romana xwe ya dawî, “Zagonsaz” weşand.
Ev xebatên wêjeyî xaleke girîng destnîşan dikin: xuya ye temen karîn me ya axaftin, nivîsîn û fêrbûna peyvên nû kêm nake. Dibe ku çavê me kêm bibe û hişê me lawaz bibe. Lê, şiyana me ya afirandinê û têgihiştina zimên heta temenekî mezin jî baş tê parastin.
Di pirtûka me de ya bi navê, “Guhertina Mejiyan: Çawa Pîrbûn Bandorê li Zimên Dike û Çawa Ziman Bandorê li Pîrbûnê Dike”, min û hev-nivîskarê xwe Richard M. Roberts ronahî da li ser hin lêkolînên herî dawî yên ku li ser ziman û pîrbûnê hatine kirin. Ji bo kesên ku ditirsin pîrbûn karînên wan yên zimên dibin, gelek nûçeyên xweş hene.
Fêrbûna zimên rêwîtiyeke herdemî ye
Hin aliyên karînên me yên zimên, wekî zanîna wateyên gotinan, bi rastî baştir dibin di dema em digihêjin qonaxên navîn û dawî ji temenê xwe. Wek mînak, lêkolînekê dît ku kesên pîr yên li navendeke xanenişînê nêzîkî bajarê Chicago dora 21 hezar peyvan dizanin. Di heman demê de, lêkoleran dît ku xwendekarên zanîngehê bi rêjeya 16 hezar peyvan dizanin.
Di lêkolîneke din de, hate eşkerekirin ku kesên bi temen mezin (dora 75 salî) yên bi zimanê Ibrî diaxivin, ji kesên ciwan bêtir dikarin wateya peyvan şirove bikin.
Li aliyê din, karînên me yên zimên carinan weke balindeyê kenar di komirgeha têgihiştinê de dixebitin: ew dikarin bibin nîşana kêmbîna mejî di paşerojêde, bi dehên salan berî ku pirsgirêkên wiha xwe nîşan bidin.
Di sala 1996an de, pisporê nexweşiyên belav David Snowdon û tîmeke lêkoleran lêkolînek li ser nimûneyên nivîsandina jinên ku bûne rehbik kirin. Wan dît ku aloziya rêzimanî ya gotarên ku ji aliyê rehbikan ve hatine nivîsandin dema ku ew tevlî bergala olî bûne, dikare pêşbîn bike ka kîjan rehbik dê kengî bixurife. (Bi sedan rehbikan mejiyên xwe pêşkêşî lêkolînên zanistî kirine û ev yek dihêle ku çareseriyeke berbiçav derbarê hişçûnê were peydakirin.)
Dema ku nivîsandina Toni Morrison bi temenê wê yê mazin re gelekî xweş û zelal mabû, nivîskarên din ne ewqasî ne bextewer. Pexşana di romana dawî ya Iris Murdoch de, bi navê “Astengiya Jackson”, hinekî asta têkçûna têgihiştinê li cem wê destnîşan dike. Bi rastî, çar salan piştî belavbûna wê romanê, Murdoch ji ber sedemên têkçûna hişê xwe mir.
Wê pirtûkê daneyînin
Karîna me ya xwendin û nivîsandinê dikare heta temenekî pir mezin were parastin. Gelekî girîng e ku em van karînan bikar bînin, ji ber ku xwendin û nivîsîn nahêlin hiş kêm bibe.
Wekî mînak, eger mirov hergav deftereke têbîniyan ligel xwe bihêle, ewê geşedana rengên cûrbecûr yên xurifandinê kêm bibe, di nav de jî nexweşiya Alzheimer. Xwendina çîrokan jî girêdana wê bi temeneke dirêj ve heye. Lêkolînek berfireh ji hêla Fakulteya Tenduristiya Giştî ya Zanîngeha Yale ve hatiye çêkirin, diyar kir ku kesên rojê herî kêm 30 deqan pirtûkan dixwînin, dora du salan bêtir ji kesên ku naxwînin dijîn. Vê bandorê dom kir, piştî kontrolkirina faktorên mîna zayende, perwerde û tenduristiyê jî. Lêkoler pêşniyar dikin ku xebata avakirina gerdûneke xeyalî di serê me de dibe alîkar ji bo rûnkirina tekerên zanîna me.
Ziman hevalekî berdewam di geşta jiyana me de ye. Ji ber wisa, belkî ne surprîz e gava ku ew girêdayî tenduristî û dirêjbûna jiyana me be. Lêkoler jî bi berdewamî zanînên nû derbarê peywendiya di navbera zimên û pîrbûnê de bidest dixînin. Wekî mînak, lêkolînek ku di Tîrmeha 2019an de belav bû dibêje hînbûna zimanekî biyanî di temenê mezin de bi giştî karê mejî bihêztir dike.
Xuya ye xaleke hevbeş di navbera van hemû lêkolînan de heye: Eger mirov bixwaze bi awayekî baş pîr bibe, divê mirov her nivîsîn, xwendin û axaftinê berdewam bike. Li dema ku kêm kes ji me şiyanên Toni Morrison hene, em hemû sûdê digirn bi nîşandana şiyanên xwe yên xwendina wêjeyê.
Nivîs: Roger J. Kreuz û Richard M. Roberts Werger: John Saleh
Kreuz alîkarê serokê Zanîngeha Memphis, Fakulteya Huner û Zanistan e. Roberts diplomatekî Amerîkî ye ku nuha wekî karmendên Karûbarên Giştî li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî li Okinawa, Japonê, kar dike.

About Post Author