Jina Bêhempa

Jinên bedew dipirsin, nehêniya min li ku veşartî ye
Ez ne nazik im, ne jî cilên modelan li min tên
Lê dema ez ji wan re dibêjim,
Ew hizir dikin ez derewan dikim,
Ez dibêjim,
Ew nehênî di destên min de ye,
Di dirêjiya kembera min de ye,
Di tevgera pêngava min de ye,
Di qermîçokên lêvên min de ye,
Ez jinek im
Bêhempa me.
Jina bêhempa,
Ew ez im.

Ez diçim odeyekê
Hêdî wekî ku dilê we bixwaze
Û ji bo mêrekî
Heval radiwestin
An jî dikevin ser çogan.
Paşê ew li dora min kom dibin,
Wek şaneyek mêşên hingiv.
Ez dibêjim,
Ew agirê di çavên min de ye,
Û di çirisîna diranên min de ye,
Ew di vehejîna newqa min de ye,
Û di şahiya lingên min de ye.
Ez jinek im
Bêhempa me.
Jina bêhempa,
Ew ez im.

Mêran bixwe dipirsî
Ew çi di min de dibînin.
Wan gelekî hewl dida
Lê nizanîbûn çi ye,
Ew nehêniya di nava min de.
Dema ez şanî wan dikim,
Ji min re dibêjin hîn jî nikarin bibînin.
Ez dibêjim,
Ew di kevanê pişta min de ye,
Di roka kenê min de ye,
Ew di riya pêsîrên min de ye,
Di qeşengiya şêwaza min de ye.
Ez jinek im
Bêhempa me.
Jina bêhempa,
Ew ez im.

Nuha hûn têdigihêjin
Çima serê min nayê daxistin.
Ez nakim qêrîn, ne jî xwe çeng dikim
Ez ne neçar im ku bi dengekî pir bilind bipeyivim.
Dema ku hûn min bibînin ez di ber we re derbas dibim
Pêdivî ye ku hûn bi min şanaz bin.
Ez dibêjim,
Ew di teqteqa qapqapa min de ye,
Di gulîka porê min de ye,
Ew di kefa destê min de ye,
Di pêdiviya haydariya min de ye
Ji ber ku ez jinek im
Bêhempa me.
Jina bêhempa,
Ew ez im.

Helbest: Maya Angelou
Werger: Anya Darî

Angelou (1928 – 2014) helbestvaneke Amerîkî bû

About Post Author