Bêyî Te

Bêyî te textê min bêsînor vala ye
bêyî te nema ciyê xwe dibînim –
bêriya sînorên çermê laşê te dikim
ez ewqasî fêrî germahiya li tenişta te bûbûm.
Bêyî te şev pir giran e
bêyî te ez bera dû xewnan didim –
tu siya li ser dîwar î,
tu ricifa destê min î
li tenişta min.
Kî îşev henasa te dikişîne
kî ye, yê ku nermahiya te wî xemgîn dike
ji ber tirsa ku sibe dikare nemîne.
Kî îşev xwe di evîna te de asê dike –
kî êdî bêyî te
xwe mîna min hest dike: bi temamî bitenê hiştî!
Kî hewil dide nifira li te bike,
ku karek bêwate ye,
çimkî tu ne ew mirov î
ku yek nifira lê bike!

Helbest: Jörn Pfennig
Werger: Sîrwan H. Berko

Pfennig (1944) helbestavanî Elman e.

About Post Author