Stirana Min*

Bi xwe şa dibim û ji xwe re distirêm,

Tişta ku dibînim hûnê jî binînin,

Ji ber ku her beşekî ji bo min baş be
‏Ew ji bo te ye jî.

Giyanê xwe vedixwînim,
‏Pala xwe didimê
‏Dixwazim bihna xwe fireh bikim
‏Û li nav giyayê havînê binêrim û hey dinêrim..

Zimanê min,
Her dilopek ji xwîna min,
‏Her rengek ji vê xakê, ji vî bayî…

Li vir çêbûne, li vir ji dê û bavekî ji dayîk bûne,
‏û ew jî jiheman dê u bavê ji dayîk bûne.

‏Nuha sî û heft salî me,
‏Tenduristiya min baş e,
‏Heta mirinê jî ‏naxwazim rawaste.

Helbest: Walt Whitman
Werger: Evîn Hesen

Walt Whitman (1819 – 1892) helbestvanekî Amerîkî yê navdar bû.

  • Ev beşê yekem e ji helbesta Stirana Min e.

About Post Author