Ez Hinek Nûçe ji we re Bibêjim

Na, ez nabim Serok, tevî ku ez dizanim heta ku hevokek temam derkeve, divê hem kiryar û hem jî bernav tê de hebe.
Ne jî ezê mukur werim ku bi zarokan re radizêm. Lê belê, ezê vê bibêjim: xanima min heta nuha mezintirîn kes e ku ez pê re razame.
Ev nûçe ye: Ezê li kompanyaya Brown & Williamson Tobacco Company gilî bikim. Ev kompanî çixareyên Pall Mall bi yek milyar dolar çê dike. Ji wexta ku duwazde salî bûm heta nuha min ji pêvî Pall Mall tiştekî din bi berdewamî nekişandiye. Ev bûye çend sal ku Brown û Williamson, li ser pakêta çixarê jî soz dane ku min bikujin. Lê va ez 82 salî me. Gelek spas ji we re, hey cerdonên pîs!
Min qet nedixwest ez sax bimînim ji bo kesên wekî (George) Bush û Dick (Cheney) û Colin (Powell) bibînim.
Şerekî hikûmeta me bi madeyên hişber re heye. Ev jî helbet gelekî baştir e ji ku madeyên hişber yekcar tune bin. Ma hûn dizanin ku ji sala 1919an ve heta 1933an çêkirin, veguhestin û firotina alkoholê yekcar qedexe bû? Nivîskarê rojnameya Indiana Ken Hubbard wê çaxê got: – Qedexekirin gelekî baştir e ku mey yekcar tune be.
Lê bala xwe bide vê yekê: Herdu madeyên herî kujer û herî wêranker qet ne qedexekirî ne.
Yek, helbet, alkohola etîl e. Serok George W. Bush, li gorî mukurhatina wî bixwe, têra xwe ev tişt bikar anî wexta ku şazde salî bû. Piştî ku bû çil û yek salî, dibêje Mesîh hişt ku ew bi ser hişê xwe ve were.
Gelek kesên din ku ev made bikar anîn, fîlên pemba li ber çavên xwe didîtin.
Ji bo min, ez kesekî tirsonek bûm ku tiştên wekî heroyîn û kokayîn û LSD û tiştên wilo biceribînim. Ez ditirsim ku min têk bibin. Min carekê çixareyek heşîş bi Jerry Garcia re kişand da ku civatê germ bikim. Lê wê çixarê tişt ne anî serê min. Ji ber wilo min piştî wê carê min nema kişand. Bi xêra Xwedê, yan jî kesekî din, ez ne alkoholîk im jî. Bixwe jî ji ber ku ev tişt di malbata me de nabe. Ez her carê du sê peyalan vedixwim û ezê îşev jî wilo bikim. Lê tenê du sê peyal sînorê min e. Ne pirsgirêk e.
Helbet, navê min bi kişandina çixaran derketiye. Hema ez hêvî dikim ku wê rojekê ev tişt min bikuje. Li aliyekê çixarê agir e, li aliyê din jî dehbeyek e.
Lê ez tiştekî ji we re bibêjim: carekê serê min bi çixarê xweş bû ku koyakînê bixwe nikarîbû wisa kiriba. Ew yek wexta min cara yekê şehada ajotinê derxist. Ji xwe re binêrin xelkno, Kurt Vonnegut hat!
Trimbêla min wê çaxê Studebaker bû, li gor ku tê hişê min. Wek gelek makîne û alavên çûnûhatinê îro, motorê wê trimbêlê bi xirabtirîn made li ser rûwê erdê dihate gerandin: êzinga fossil. (Êzinga ku ji komir û petrolê û madeyên wek wan çê dibe).
Wexta hûn gihiştin vir, heta wexta ez jî gihiştim vir, cîhana pîşesazî bê îman êzinga fossil bikar tanî. Di demeke pir nêzîk de, ji ber vê madeyê tiştek ji cîhanê namîne.
Ez dikarim rastiyê ji we re bibêjim? Ji xwe ev ne televizyon e, ne wilo? Rastî bi dîtina min ev e: Em giş îdmana êzinga fossil bi me re çê bûye û em di rewşa înkarkirinê de ne. Rêberên me jî nuha tawanên tund dikin da ku ew tişta hindik ku bi me re maye jî ji me bistînin.

Nivîs: Kurt Vonnegut
Ji pirtûka Mêrekî Bê Welat (2005)
Werger: Sîrwan Qiçço

Vonnegut (1922 – 2007) romannivîs, şanoger û gotarnivîsekî Amerîkî bû.