Du Helbestên Erich Fried


Pêşî ez dil ketim
biriqandina çavên te
kenê te
hezkirina te ji jiyanê re.
Niha ez hej giriyê te dikim
tirsa te ji jiyanê
û bêçarebûna
di çavên te de.
Lê dixwazim
li dijî tirsê
alîkariya te bikim
çimkî xweşîya min a jiyanê
hîn jî biriqandina çavên te ye.

Tu
Li ciyê ku azadî lê tune be
tu azadî yî.
Li ciyê ku rûmet lê tune be
tu rûmet î.
Li ciyê ku germahî lê tune be,
ku lê nebe nêzîkahiya di navbera du mirovan de,
tu nêzîkahî û germahî yî.
Tu dilê cîhana bê dil î.
Lêvên te û zimanê te
pirs û bersiv in.
Di hembêza te û dawa te de
tiştek mîna aramiyê heye.
Her çûna ji mecbûrî ji cem te
berê xwe dide dîsa vegera cem te.
Tu destpêkeke siberojê yî.
Tu dilê cîhana bê dil î.
Tu ne babeteke ji pirtûkeke olê yî
û ne jî felsefe yî,
tu ne ferman î
û ne jî milkê ku mirov lê asê bibe.
Tu mirovek î ku dijî,
tu dikarî şaş bibî, bi guman bî û qenc bî.
Tu dilê cîhana bê dil î.

Helbest: Erich Fried
Werger: Sîrwan H. Berko

Fried (1921-1988), helbestvanek ji Nemsayê bû.