Çend Helbestên Ehmed Meter

Hemwelatiyek
Tişta dizanim ku ez hemwelatiyek im
Û welatê min ji dewlemendtirîn welatên cîhanê ye
Lê ez birçîme…
Zarokên min pêxwas in…
Û mala min bi kirê ye..
Û bermîlên petrolê bêheyf dibin…
Her dem…
Û milyon têne xerckirin…
Ji kesên din re…
Û ez lawê vê erdê
Deyndar im…

Duh ez bi hêviyê re axivîm

Duh ez bi hêviyê re axivîm
Min jê re got: Dibe ku ji me ra bêhn ji berate û pîvazan derkeve?
Got: Belê
Min got: Dibe ku agir ji şiliyê pêkeve?
Got: Belê
Min got: Gelo talîşkê hingiv diniqute?
Got: Belê
Min got: Erd dikeve bêrîka Keywanê?
Got: Belê … erê … her tişt pêkane ye.
Min got: Dêmek Erebên me dê fedî bikin
Got: Ger ev yek çêbû, tif li rûyê min bike!

Govanek

Azadiyê nexwazin, ey mirov!
Lê bi azadiyê bijî
Ger birêveber razî bû….ser çavan
Û ger na…
Hewl bide wî bi nermî razî bike
Jê jê re bêje bila deryayê vexwe
Û nîvê jêrzemînê daqurtîne!
Azadî ne ji derkifşa wî ye!
Heke bawer nekir govanekî bîne.

Helbest: Ehmed Meter
Werger: Evîn Hesen

Ehmed Meter (1954) helbestvanekî Îraqî ye ku bi dehên salan e ji derveyî welatê xwe dijî.

About Post Author