Çarşemba Sor û Serê Sala Nû

Konê Reş

Ji wê çaxê ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû kirine û wiha ta roja îro, ew pêşwazî bi sala nû di vê heyva Nîsanê de têne kirin. Lê tenê roja îro kurdên Êzidî vê pêşwaziyê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane, wê sersalê divejînin. Erê ew kurdên ku bûne misilman, bi tenê wê sersalê bi navê (Çarşemba Reş an Qere Çarşemb), bibîr tînin..

Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de ev gotin, ji gotina (Nûzan)ê hatiye girtin, anku sala ku xak têde dizê, ji nû şîn dibe, xwe divejîne û tiştek xwe di bin xakê de veşartî nahêle.. Yanî sala nû, anku SERSAL.

Çarşemba Sor û Reş:

Di heyva Nîsanê de, roja ku serê sala nû têde dihat pêşwazî kirin – hêjî kurdên Êzidî pêşwaziya wê dikin wek ku min li jor gotiye û sibe ye anku (15.04.2020)- roja çarşemba Sor e anku Sersal e. Dibe ku Çarşamba Sor têkeve çarşemba duyemîn ji serê heyva Nîsanê jê, li gor hesabê rojhilatê. Erê ji vê çarşembê re digotin û dibêjin (Çarşemba Sor). Lê, di sala 639an de dema ku misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi xweşî û çi bi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş bike, bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).

Roja îro, di nav kurdên Rojava yên Êzidî de, pêşwaziya sala nû di Çarşemba Sor de bi ahengên kêf û şahiyê tê kirin, belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş an Qere Çarşemb tê naskirin û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaşe tê pêşwazî kirin. Hem jî, kes di vê rojê de naçe karê xwe, bêtir xelkên gundan xwarina xwe bi xwe re dibin seyranan û derdikevin çolê, dervî malan. Di vê rojê de jî, xelk newêrin şer bikin an pev biçinin ji tirsa ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û nemayê ye.

About Post Author