Balindeyê Şîn

Di dilê min de balindeyekî şîn heye ku
Dixwaze derkeve
Lê ez pê re pir hişk im,
Ez jê re dibêjim, di wir de bimîne, ez nahêlim
kes te bibîne.
Di dilê min de balindeyekî şîn heye ku
Dixwaze bifire
Lê ez wîskî bi ser de dadikim û dûmana
Çixareya xwe dikişînim.
Qehpik û karkerên meyxaneyê û firoşkar
Qet nizanîn ku ew di wir de ye.

Di dilê min de balindeyekî şîn heye ku
Dixwaze derkeve
Lê ez pê re pir hişk im,
Ez jê re dibêjim,
Neçe, qey tu dixwazî min perîşan bikî?
Tu dixwazî karên min tevlihev bikî?
Tu dixwazî firotina pirtûkên min li Ewropayê têk bibî?

Di dilê min de balindeyekî şîn heye ku
Dixwaze derkeve
Lê ez pir jîr im, tenê carna
Di êvaran de wî ber didim
Dema Her kes di xew de ye.
Ez jê re dibêjim, tu li wir î ez dizanim,
Wisa xemgîn nebe.
Careke din ez wî li qefesa dilê xwe vedigerînim,
Lê ew hinekî distirê
Di wir de, min nehiştiye ku bi temamî
Bimire
Û em bi hev re radizên
Tevî peymana me ya veşartî.
Ew bixwe xweş e ku
mêr bigirî, lê ez
Nagirîm, ma tu
Digirî?

Helbest: Charles Bukowski
Werger: Anya Darî

Bukowski (1920 – 1994) helbestvan û romannivîsekî Amerîkî bû.

About Post Author