Got: guhdar be, heya nuha te satilek tijî kevjal ditîye?
Min go: na.
Dêmek, tişta ku rû dide ew e hergav yek ji wan dixwaze di ser yên din re bi serkeve heya ku bigihêje lêvên satilê.
Lê dema ku dixwazê jê bireve, kevjalekî din bi çengê xwe wî digire û careke din tîn xwarê.
Bi rastî? Min pirsî.
Got: belê bi rastî, û ev karê em dikin jî her wisa ye,
Kes naxwaze ti kes ji vir derkeve.
Karê li ofîsa postê jî wisa ye.
Min got: ez ji te bawer dikim.
Her li vê kêlîkê, çawîşê me hat û got:
Hûn diaxivin, lê axaftin li vê derê qedexe ye.
Min yazde sal û nîvan li wê derê kar dikir.
Yekser ez rabûm ser xwe û min dev ji karê xwe berda.
Zor bi sanahî û ji nișkê ve bû.
Lê ti kes li dû min derneket.
Pişt re, çi cara ku min lingên kevjalan dixwar, ew der dihate bîra min.
Belkî nêzî pênc heya șeș caran ew der dihate bîra min, berî ku ez êdî șahkevjal bixwim.
Helbest Charles Bukowski
Werger: Senger Akreyî
Bukowski (1920 – 1994) helbestvan û romannivîsekî Amerîkî bû.
Babetên Zêdetir
Jina Bêhempa
Balindeyê Şîn
Du Helbestên Erich Fried