Bi xwe şa dibim û ji xwe re distirêm,
Tişta ku dibînim hûnê jî binînin,
Ji ber ku her beşekî ji bo min baş be
Ew ji bo te ye jî.
Giyanê xwe vedixwînim,
Pala xwe didimê
Dixwazim bihna xwe fireh bikim
Û li nav giyayê havînê binêrim û hey dinêrim..
Zimanê min,
Her dilopek ji xwîna min,
Her rengek ji vê xakê, ji vî bayî…
Li vir çêbûne, li vir ji dê û bavekî ji dayîk bûne,
û ew jî jiheman dê u bavê ji dayîk bûne.
Nuha sî û heft salî me,
Tenduristiya min baş e,
Heta mirinê jî naxwazim rawaste.
Helbest: Walt Whitman
Werger: Evîn Hesen
Walt Whitman (1819 – 1892) helbestvanekî Amerîkî yê navdar bû.
- Ev beşê yekem e ji helbesta Stirana Min e.
Babetên Zêdetir
Jina Bêhempa
Balindeyê Şîn
Du Helbestên Erich Fried