Derbarê me

Werger malpereke taybet bi belavkirina mijarên wêjeyî, hunerî û fikrî ye. Mijarên malpera me tenê wergerên ji zimanên din in, bi taybet ji Inglîzî, Ferensî, Elmanî û Holendî.

Werger hewildaneke biçûk e ji bo pêşxistina zimanê Kurdî. Bi baweriya me, wergerandin stûneke sereke ye di zengînkirin û pêşxistina zimanan de. Zimanê Kurdî, belkî ji her zimanên din bêtir, pêwîstî bi wergerandinê heye. 

Werger bi alîkariya jimareke kesên ku bi zimanên cuda jîr in tê birêvebirin. 

Eger hûn jî di xwe re dibînin ku hûn dikarin ji zimanên din babetan wergerînin Kurdî, ji kerema xwe peywendiyê bi me re bikin. 

Spas,

Rêvebiriya Werger